CîhanEwropaNûçe

Li bûyera işkestina bendavê li Birizîlê 50 kes hatin kuştin û 200 kes wenda bûn

Ji ber işkestina bendavekê li nêzikî bajarê Brûmadînhoya (Brumadinho) parêzgeha Mînas Graysê li başûrê rojhilata Birizîlê, herîkêm 50 kes hatin kuştin û 200 kes jî birîndar bûn.

Ev bendav ku li kêleka kaneka hêsin bû, roja Îniyê nîvroj li gorî dema herêmî işkest.

Li gorî ragihandina rayedarên xw2ecihî, di dema qewimîna vê bûyerê da 300 karkerên  kanê li kana Fêcao (“Feijão”) hebûn ku 100 kes ji wan karîn derkevin.

Rêxistina agirkujiya bajarê Brûmadînhoyê Brumadinho) bi gotina vê yekê ku dilgiraniya sereke ya niha peydakirina herşî bilez a kesên wendabûyî ye, qala şandina çend helîkopretan bo navçeyê bi mebesta derxistina goriyan ji bin avê kir.

Başa dön tuşu