IraqNûçeRojhilatanavin

Li çemê Dicle belem binav bû, 71 welatiyan can dan

Cîgirê Parêzgarê Kerkûkê Abdulqadir Şingalî ragihand ku di encama binavbûna belemekê li çemê Diclê de 71 welatiyên iraqî canê xwe jidest dane, lê ev hejmar ber bi zêdebûnê ve diçe. Lê belê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ku çûye Mûsilê diyar kir ku heta niha 85 hemwelatiyêniraqî can dane û 55 kes jî hatine rizgarkirin.”

Beşek welatî yên ku rizgarbûyên bûyerê ne diyar kirine ku hin jin û zarok binav bûne û nekarîne bên rizgarkirin.

Personalên hawarçûnê xwe gihandin cihê bûyerê û hewla rizgarkirina mirovên ku binav bûne, dikin.

Başa dön tuşu