ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Îranê mûşekek nû çêkir: Dikare 1500 km biçe

Sipaha pasdarên Îranê ragihand, mûşekek nû çêkirine ku dikare 1500 km biçe her wiha li ser firokeyên şer yên bi navê “Sukhuoi” (Rûsî) jî bê siwarkirin.

Li aliyekî jiyana gelên Îranê ji ber siyaseta xelet ya rêjîmê roj bi roj kambaxtir dibe, li aliyê din jî sipaha pasdaran çek û mûşekên nû çêdike û dikirre.

Li gorî medyaya Îranê, îro li bajarê Şîrazê fermandeyê giştî yê pasdaran Mihemed Elî Ceiferî 22 firokeyên şer yên “Sukhuoi”, ku hatibûn nûkirin, dît.

Hat gotin ku di wê merasimê de mûşeka bi navê “Kirûz” jî hat nîşandan. Pasdarên Îranê dibêjin, ew mûşek dikare 1500 km biçe her wiha li ser firokeyên şer yên Sukhuoi jî bê siwarkirin.

Başa dön tuşu