EfrîqaEwropaNûçe

Li Chicagoyê êrişên çekdarî: 14 mirî û 39 birîndar

Li bajarê Chicagoya Amerîkayê, di êrişên çekdarî yên dawiya hefteya berî Cejna Pîrevokan de 14 kes hatin kuştin û 39 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Chicagoyê di dawiya hefteyê de di çend bûyerên cuda yên êrişên çekdarî de 14 kes hatin kuştin û 39 kes jî birîndar bûn.

Bajarê Chicagoyê yek ji bajarê herî zedeye ku maweyê sûcî lê diqewime, di dawiya hefteya berî Cejna Pîrevokan (Halloween) de kolanên bajêr bû wekî qada şer. Li gorî daxuyaniya Departmana Polêsên Chicagoyê, êrişên çekdarî yên li bajêr qewimîn berî destpêkirina betlana dawiya hefteyê ji şeva înê pê ve bi wayekî zêde hatin raporkirin. Tenê di nava 12 seetên betlana dawiya hefteyê de 19 êrişên çekdarî pêk hatin û bûyer herî zêde li başûrê bajêr qewimîn. Li Chicagoyê ji şeva înê hetanî şeva yekşemê 14 kes hatin kuştin û 39 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu