NûçeRojhilatanavinSûriye

Riyaz Sêyf, serokê hevalbendiya  nasiyar bi hevalbendiya  neteweyî ya neyarên Sûriyê îstifa kir

Li saya işkestên berdewam ên hevalbendiya neyarên Sûriyê, serokê vê hevalbendiyê ji ber qaşo rewşa xirab a fîzîkî, îstifa kir.

 Li gorî rapora Fars Newsê, Riyaz Sêyf, serokê hevalbendiya  nasiyar bi hevalbendiya  neteweyî ya neyarên Sûriyê ku sala 2013`an  li Tirkiyê pêk hat, îro îniyê got ku  rewşa  tendrustiya min li rojên derbasbûyî xirabtir bûye û êdî ez nikarim  erkên xwe li serokatiya hevalbendiyê cih bînim.

Sêyf, şeşemîn serokê vê hevalbendiyê ye. Ew li Gulana 2017`an  hatibû bijartin. Hevalbendiya  neyaran her çend mehan carkî ji bo bijartina  serok, hilbijartinên  navxweyî li dar dixe.

Hevalbendiya  neyaran,  komek e ji neyarên sûrî  ku piraniya wan  di derve  jiyan dikin. Hevalbendiya nyarên sûrî tim ji aliyê Emerîka û hevpeymanên  wê yên  rojava û erebî piştgirî dibe ku xwediyê 63 endaman e.

Ji ber pirsgirêkên  navxweyî navbera endamên  hevalbendiya  neyaran,  ev koma  li saya işkestên berdewam li warê siyasî û meydanî yê Sûriyê li bijartina  serokê nû, dê karekî giran pêşberî xwe de hebe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu