AsyaCîhanNûçe

Li Çînê bi mezinahiya 5,6 pileyî erdhej çêbû

Hat ragihandin ku li rojavayê başûrê Çînê bi mezinahiya 5,6 pileyî erdhej çêbû.

Navenda Torên Erdhejê ya Çînê ragihand ku li Gonga navçeya Yîbînê ya li ser eyaleta Siçuanê bi mezinahiya 5,6 pileyî erdhej çêbû.

Hat diyarkirin ku erdhej, 8 kîlometre di binê erdê da çêbû, lêbelê der heqê wê yekê da agahî nehat dayîn ka mirî an jî birîndar hene an na.

Başa dön tuşu