NûçeAsyaCîhan

Li Çînê erdhej: 66 kes mirin û 250 kes jî birîndar bûn

Ji ber rûdana erdhejeke bihêz li parêzgeha Sichuan a li başûrê rojavayê Çînê, heta niha 66 kes mirin û 250 kes jî birîndar bûn.

Erdhejek bi mezinahiya şeş nuqte heşt Richter roja Duşemê navçeyek çiyayî li başûrê rojavayê Çînê hejand.

Çavkaniyên Çînê pêştir hejmara qurbaniyên erdheja vî welatî 46 kes ragihandibûn.Ev erdheja bi lerza 6,8an bûye sedema şimitîna axê, xetên cereyan û avê qut bûne û bi hezaran xanî zirar dîtine.

Hate gotin ku derdora 11 hezar kes jî ji aliyê hêzên rizgarker ve ji herêmê hatine derxistin.

Serokomarê Çînê Xi Jinping got ku divê her tişt ji bo kesên ku ji ber karesatê bi bandor bûne û kêmkirina wendahiyên jiyanê bê kirin.

Başa dön tuşu