AsyaEwropaNûçe

Li Çînê kanaya komirê hilweşiya: 9 mirî

Hat ragihandin ku li bakurê Çînê kanaya komirê hilweşiya û di encamê de 9 karker mirin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Çînê Şinhuayê, li bajarê Şuocouya eyaleta Şanşi ya Çînê kanzayake komirê hilweşiya. Di encama hilweşandina kanzayê de 10 karker dorpêçayî man, ji wan yek hat rizgarkirin lê 9 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Li gorî zanyariyan, karkerê ku hat rizgarkirin bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.

Herwiha li Çînê di meha rebendanê de li kanaya komirê yên eyaletên Hinan, Heylongciang û Hubeyê jî qeza çebûn û di wan qezayan de herî kêm 40 karkerî jiyana xwe ji dest dabûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu