AsyaNûçe

Li Çînê li febrîqeya leşkerî teqîn: 12 mirî

Ajansa Şinhuayê di nûçeya xwe de ragihand ku piştî teqîna 8ê Mijdarê ya eyaleta Anhuiyê ku li febrîqeya leşkerî pêk hatibû 12 kes winda bibûn û îro cenazeyên wan ji binê enqazê teqînê hat deranîn.

Di teqîna febriqeya leşkerî de avahî û kargehên derdorê jî ziyana aborî dîtibûn û 3 kesên ku di teqînê de birîndar bibûn dermankirina wan li nexweşxaneyê berdewam e. Febrîqa di bin banê Grûba Pîşesaziya Leşkerî ya Anhuiyê fealiyetê dimeşînê û heta niha derheqê teqînê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Li gorî rayedarên fermî lêkolîn û lepirsîna bûyerê didome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu