AborîAsyaCîhanNûçe

Li Çînê li febrîqeyê şewat: 5 mirî û 4 birîndar

Li eyaleta Şangdong a Çînê ji ber sedemeke ne diyar di febrîqeyêkê de şewat derket. Li gorî zanyariyên berdest di şewatê de 5 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Li eyaleta Şangdong a Çînê ji ber sedemeke ne diyar di febrîqeyêkê de şewat derket. Li gorî zanyariyên berdest, digel wesayîtên agirkuj mudaxeleya şewata febrîqe aîdî şirketeke elketronîkê kirine jî, di şewatê de 5 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Şinhua ya Çînê, li febrîqeyeke eyaleta Şangdong ku li rojhilatê welat dikeve ji ber sedemeke ne diyar şewat derket. Her çikas wesayîtên agirkuj mudaxeleya şewata febrîqeya bajarê Hayyanga eyaleta Şangdonhê kirine jî di şewatê de 5 kesî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan û berpirsên ewlehî ji bo sedema derketina şewatê dest bi lêkolînan kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu