IraqNûçeRojhilatanavin

Mucahîdên Heşdî Şebî dê derbeya dawîn li DAIŞê bide

Berdevkê Heşdî Şêbî Kerîm El Nûrî ji bo Sputnikê axivî û diyar kir ku ew gundên ku wan ji terorîstan girtine xwediyê girîngiyeke stratejîk in. El Nûrî got, “Hêzên Gel niha hema hema hindik maye tevahiyê balafirxaneya Tilaferê bigire bin kontrola xwe.”

Berdevkên din ê Heşdî Şebî Ahmed El Esadî jî di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got, “Ger ku balafirxaneya Tilaferê were rizgarkirin peywendiya terorîstan ya bi Mûsilê re wê qut bibe.” Rizgarkirina Tilaferê wê tevkariyeke mezin li operasyona Mûsilê bike û terorîs wê nikaribe sewqiyata çekan bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu