IraqNûçeRojhilatanavin

Kuştina 10 terorîstên DAIŞ`î li Kerkûka Iraqê

Di encama êrişa balafirên cengê yên Iraqê ser çeperên têrorîstên DAIŞ`ê li Hewîcê li rojavaya parêzgeha Kerkûkê da, 10 DAIŞ`î hatin kuştinê.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Navenda Ragihandina Nûçeyên Şêrr a Iraqê li daxûyanîyekê ragihand, balafirên cengê yên vî welatî di encama êrişa ser çeperên DAIŞ`ê li Hewîcê da, kargeheke bombekirina maşînan û cebilxana sereke ya madeyên teqandinê yên têrorîstan jinav birin û di encama vê opêrasyonê da 10 têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştinê û hejmarek jî birîndar bûn.

Hêzên iraqî dil hene opêrasyonekê jibo azadkirina Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê lidar bixin.

Li gorî nûçeyeke din, hêzên iraqî hin pişkên deverên Cam ul Ezim, meydana Neqil û parkîngeke çendqatî li Mûsila Kevin azad kirin.

Di vî halî da Osman Ganimî serokerkanê artêşa Iraqê piştî seredana mizgevta Nûrî li pişka kevin a Mûsilê got: Xilafeta xwebinavkirî ya DAIŞ`ê bi saya piştgirîyên aşkira û nihênî li vê mizgevtê hat ragihandin lê roja îro ev xilafeta li hemberî vîyana iraqîyan têk çû.

Osman Ganimî bal kişand ser vekirina rûpeleke nû li parêzgeha Nêynewayê di warê jinûveavakirin û avedankirinê da û li ser yekitîya iraqîyan li vê parêzgehê sekinî.

Başa dön tuşu