NûçeRojhilatanavinSûriye

Azadkirina 2 gundan li bakûra rojhilata Hemayê

Artêşa Sûrîyê û hêzên Berxwedana Islamî di encama opêrasyonekê de 2 gundên din li bakûra rojhilata parêzgeha Hemayê li rojavaya vî welatî ji lepên koma têrorîst a Cebhetunusrê azad kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, çavkanîyên meydanî îro ragihandin ku di encama vê opêrasyonê de her du gundên Hesnawî û Ebû Ger li Hemayê ji hêla artêşa Sûrîyê û hêzên Berxwedana Islamî ve hatin azadkirin.

Artêşa Sûrîyê ji 25`ê Cotmehê ve bi piştgirîya hêzên Berxwedana Islamî opêrasyoneke berfire ji bo paqijkirina başûr û bakûra rojhilata parêzgeha Hemayê ji têrorîstên Cebhetunusrê destpê kirine.

Hêzên artêşa Sûrîyê û Berxwedana Islamî heta niha karîne çend gund û bajarokan paqij bikin û kembera ewlehîyê ya derdora cadeya Eserya-Xenasirê wek pişkeke tenha rêya têkilîya bi Helebê re heta 15 kîlomêtran zêde bikin.

Ji hêla din ve, pêşveçûna yekîneyên artêşa Sûrîyê li devera Hewîce Qatê li bakûra şarê Dêrezorê ji bo têkbirina têrorîstên DAIŞ`ê didome û wan karîn gellek deveran li vê mêhwerê bêxin bin kontrola xwe.

Başa dön tuşu