ÎranNûçeRojhilatanavin

Di encama ketina helîkopterê ambulans li başûra Îranê 10 kesan jiyana xwe ji dest dan

Muduriyeta Krîzê ya parêzgeha Farsê li başûra Îranê ragihand ku di encama ketina helîkopterê ambulansê li nêzîkiya gundê Dehnû Kuwar a bajarê Şirazê 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor rapora IRNA, Birêvebirê giştî yê Muduriyeta Krîzê ya parêzgeha Farsê Hesen Feyazpûr şeva bihûrî got: hejmara kuştiyên ketina helîkopterê ambulansê li nêzîkiya gundê Dehnû Kuwar li 20 kîlometriya bajarê Şirazê navenda parêzgeha Farsê gihêşte 10 kesan ku yek kes ji wan birîndar bû ku dibirin nexweşxanê û du kes hevriyên wî, şeş ekîbên helîkopterê û teknîsiyenekî ûrjansê bûn.

Li vê navberê de serokê Heyva Sor li parfêzgeha Farsê Nasir Çerxsaz jî got: Helîkoptera alîkariya lezgîn (ûrjansê) ku ji bo birina nexweşek barkirî li nêzî bajarê Şîrazê li başûrê welêt çûbû li nêzîkiya gundê Dehnû Kuwar li 20 kîlometriya bajarê Şirazê navenda parêzgeha Farsê kete erdê ku heyf û mixabin qurbaniyekî vê bûyerê serokê navenda Muduriyeta Bûyer û Lezgîniyên Tibî yê bajarê Xoncê Hesen Qayidî ye. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu