FilistînNûçeRojhilatanavin

Leşkerê Rejîmê siyonîst gelek Filistînîyên bêsûc binçav kirin

Çekdarên Rêjîma Siyonîst sibeha îro anku Duşemiyê bi êrîşa li ser malên welatiyên filistînî li navçeyên cûrbicûr ên Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê, heft welatiyên filistînî revandin û birin cihekî nediyar.

Li vî halî çekdarên siyonîst bi êrîşa li ser kampa mişextiyan a Qelendiyayê li bakurê Filistîna Dagirbûyî du filistînî girtin.

Siyonîstan her wiha êrîşî ser bajaroka Temûnê li rojhilata Tûbasê li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê û mala Mesîre Ziyab Bişaret ku di zindana Rêjîma Siyonîst da ye, kirin û malabata vî hêsîrê filistînî dan ber lêpirsînê.

Siyonîst jibo bidestxistina armancên xwe yên berfirehxwaziyê her rojê êrîşî ser navçeyên cûrbicûr ên Filistînê dikin û filistîniyan bi mehneyên pûç û vala digirin.

Başa dön tuşu