NûçeCîhanEwropa

Li Danîmarkayê li bazareke bazirganiyê êrîşa bi çek: 3 mirî.

Di êrîşa çekdarî ya ku li navenda bazirganiyê “Field’s” a li herêma Amager a paytexta Danîmarka Kopenhagê hat kirin de, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn, 3 jê giran.

Berdevkê Polîsê Kopenhagê Soren Thomasse ragihand ku piştî êrîşê gumanbarek hatiye girtin.

Thomasse diyar kir ku ev kes 22 salî ye û bi eslê xwe Danîmarkî ye û wan îhtîmala êrîşeke terorîstî red nekir.

Thomasse bi agahiya ku polês lêkolînên xwe didomîne parve kir û destnîşan kir ku heta ku diyar bibe ku êrîşkar tekane kes e, wê li herêmê tedbîrên bilind dewam bikin.

Yek ji şahidên bûyerê Christine Hanberg ku ji rojnameya Danîmarkî BT re daxuyanî da, diyar kir ku piştî bihîstina dengê çekan gel ji tirsa reviyan.

Başa dön tuşu