NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Dêrazorê 63 çekdarên DAIŞê ji ber bombebaranê hatine kuştin

Bombebaran rojên pêncşem û înê de li ser binke û baregehên DAIŞê li parêzgeha Dêrezor a rojhilatê Sûriyê de hat zanîn ziyanên mezin geheştiye rêxistina terorîst.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand, heta naha li gundê Suse li Dêrazorê 63 çekdarên DAIŞê ji ber bombebaranê hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan aşkera kir, şeş kes ji wan kesên ku hatine kuştin hemwelatiyên Sûriyê bûne û ewên din hemû hemwelatiyên Iraqê bûne û çekdarên DAIŞê bûne.

Herçend Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehand beşek ji wan kesên hatine kuştin jin û zarok jî bûne, lê hevpeymaniya navnetewî vê yekê red dike ku jin û zarok hatibin bombebaran kirin û ragehand, tenê binke û baregehên DAIŞê hatine bombebaran kirin.

Başa dön tuşu