CîhanEfrîqaEwropaNûçeRojhilatanavin

Li Deryaya Spî zêdetirî 200 koçber hatin rizgarkirin

Hêzên Deryayî yên Lîbyayê zêdetirî 200 koçber li Deryaya Spî rizgar kirin û tendirustiya hemû koçberan baş e.

Berdevkê Hêzên Deryayî yên Lîbyayê Mihemed Zexebî ragihand ku di encama çend operasyonan de li Deryaya Spî 236 koçber rizgar kirine.

Di nav koçberên rizgarkirî de 4 jin û 2 zarok jî hene, li gor gotina Berdevkê Hêzên Deryayî yên Lîbyayê tendirustiya hemû koçberên rizgarkirî baş e.

Piraniya koçberan xelkê welatên Efrîqayê ne û xwestine bi rêya belemeyeke lastîkî ya biçûk li ser Deryaya Spî xwe bigihînin Ewropayê

Hefteya derbasbûyî jî di encama heft operasyonên ciyawaz de 519 koçber li Deryaya Spî hatibûn rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê, koçber bi rêya keştiyekê ve bo bendera Pozzallo ya li girava Sicily ya li başûrê Îtalyayê hatibûn gihandin.

Başa dön tuşu