Berdevkê Hêza Deryaya ya girêdayî Hikûmeta Mutebeqata Neteweyî ya Libyayê Eyup Qasim di daxuyaniya xwe de ragihand ku li rojhilatê Trablusê li qeraxên El Garabulliyê duhî 80 penaberên ku keştiya wan binav bibû hatin rizgarkirin.
Eyup Qasim di berdewamiya axaftina xwe de got: “Li gorî îfadeyê penaberên ku ji deryayê hatin rizgarkirin derdora 35-40 penaber winda ye û heta niha ti agahî ji wan nehatiye wergirtin.”
Ji aliyê din ve li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ji serê dala 2017an heta niha nêzîkî hezar û 800 penaberî di Deryaya Spî de jiyana xwe ji dest dane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)