IraqNûçeRojhilatanavin

Li devera Bay Hesen boriyeta petrolê hat teqandin

Li Kerkûkê boriyeka petrolê li devera Bay Hesen hat teqandin. Endamekî encumena Kerkûkê jî dibêje, ew cihê ku teqîn tê de çêbûye, nêzîkî DAIŞê ye.

Derengiya şeva borî li devera Bay Hesen ya Kerkûkê, boriyeka petrolê hat teqandin.

Li ser wê bûyerê, endamê encumena parêzgeha Kerkûkê Mihemed Kemal ji BasNewsê re got, boriya ku hatiye teqandin boriya veguhestina petrola navxwe ye. Li kêleka wê boriyê bombek din jî teqiya. Bomba duyem dema ji aliyê tîma pûçkirinê ve dihat pûçkirin, teqiya. Di her du teqînan de jî tiştek bi ti kesî nehatiye tenê ziyanên maddî hene.

Mihemed Kemal her wiha got, ew boriya ku hatiye teqandin nêzîkî DAIŞê û di navbera gundekî kurdan û gundekî ereban de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu