NûçeRojhilatanavinSûriye

Li dewama cihanîna plana aştîya netewî li Sûrîyê, bi sedan kesên çekdar ligel malbatên xwe ji taxa El-Waer a Humsê derketin

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA), îro yekem karwanê têrorîstan ligel malbatên wan, ku dora 2 hezar kesî bûn, ji taxa El-Waerê derketin û ber bi bajarê Cerablusê li rojhilatê Helebê va çûn.

Li gorî daxûyanîya parêzgarê Humsê, îro 400 çekdar û dora hezar û 500 sivîl bi 35 otobosan ji taxa El-Waer ya Humsê derketin.

Telal Berazî parêzgarê Humsê di vî warî da herwiha got: Di yekemîn qonaxa cihanîna plana aştîya navxweyî li El-Waerê da, zêde ji 1500 çekdar tev malbatên xwe ji vê taxê derdikevin.

Xalid Hilal serokê polîsên Humsê jî pêkutî kir bi kutabûna plana aştîya netewî li taxa El-Waerê, bajarê Humsê yê tam ewleh bibe.

Di 14 vê mehê de komîteya danûstandinê li taxa El-Waer piştî gotûbêja ligel hikûmeta Sûriyê û bi serperiştiya Rûsyayê, li ser valakirina taxa El-Waer li hev kiribûn.

Li gor rêkeftinê, biryar e 12 hezar kes ku di nav wan de 2 hezar û 500 têrorîst bi radestkirina çekên xwe ji wê taxê derkevin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu