CîhanEwropaNûçe

Li dibistanê teqîn: 5 birîndar û 2 winda

Hat ragihandin ku li bajarê Minneapolis ê Amerîkayê li dibistanekê teqîn pêk hat, di teqînê de 5 kes birîndar bûn û beşeke dibistanê jî bi temamî hilweşiya.

Midûriyeta Ewlehî ya Minneapolisê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Academiya Minnehahayê teqînek pêk hat û li gorî pêşbîniyên me yên pêşî sedema teqînê jî ji xazê pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlehî di encama teqînê de beşekî mezin ê dibistanê hilweşiyaye, 5 kes birîndar bûne û 2 kes jî windayî ne. Birîndar bi ambulansan rakirine nexweşxaneyan û lêgerîna kesên windayî jî berdewam e.

Midûriyetê derheqê rewşa birîndaran de ti agahî belav nekir (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu