NûçeFilistînRojhilatanavin

Li Qudsê êrîşa çekdarî: 10 eskerên siyonîst birîndar bûn

Ajansa nûçeyan a Filistînê “Şehab” ragihand ku mucahidên komên berxwedanê li Qudsa dagirbûyî gule berdan leşkerên siyonîst.

Servîsa lezgîn a Rejîma Siyonîst ragihand ku di vê operasiyonê de herî kêm 10 siyonîst birîndar bûne ku rewşa 3 ji wan giran e.

Kanala 7 a mêdyayên Rejîma Siyonîstî ji zarê Polîsê ragihand ku du gulleyên hevdem ji aliyê terorîstên filistînî ve li nêzîkî dîwarê El-Berak li Qudsa dagirbûyî hatin avêtin.

Hat ragihandin ku êrîşkaran karîbûn birevin.

Kanala El-Meyadîn ragihand ku rejîma terorê ya Îsraîlê bi kêmî ve 40 wesayîtên leşkerî ji bo dîtina êrîşkaran dest bi operasyoneke lêgerînê kir.

Başa dön tuşu