Birêveberiya operasyonên Bexdayê ragihand ku du êrîşên cuda li dijî du nexweşxaneyên li rojhilatê Bexdayê pêk hatin.
Birêveberiyê ragihand ku navgîneke bombebarkirî li paş nexweşxaneya Cewad a li herêma Sadr a li rojhilatê Bexdatê teqiyaye. Herwiha birêveberiyê diyar kir ku navgîneke din li paş nexweşxaneya Kenedî teqiyaye û di encama herdû teqînan de kesên sivîl birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye ku vê sibehê li Sadr Cityyê êrîşek pêk hatibû û di encama wê de herî kêm 30 kes hatibûn kuştin û 61 kes jî birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)