CîhanEwropaNûçe

Li dijî serokwezîrê berê yê Yewnanistanê êrîşa bombeyî

Li Atînaya paytextê Yewnanistanê li dijî Luqas Papadêmosê serokwezîrê berê êrîşeke bombeyî hat lidarxistin.

Hat ragihandin ku dema wesayita Papadêmos bi rê ve diçû di nava wê de teqîn çêbû. Di teqînê de Papadêmos û 2 kesên din yên di nava wesayitê de bi giranî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Evangelismosa Atînayê.

Li gor agahiyan Papadêmosê ku ji sêng û çîmên xwe birîndar bû, di emeliyatê de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu