CîhanNûçePakîstanRojhilatanavin

Li dijî tîma leşkerî êrişa bombeyî: 3 kuştî

Li herêma Veziristan a Pakistanê li hemberî tîma leşkerî ya îmhakirina bombeyan êrişa bombeyî. Di êrişê de 3 leşker hatin kuştin.

Berpirsê hikûmetê Kamran Afrîdî di axaftina xwe de ragihand ku li herêma Gulam Han a eyelata Veziristanê li hemberî tîma leşkerî ya îmhakirina bombeyan, teqemeniya ku berê li ser rê hatibû binerdkirin hat teqandin, di encamê de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da.

Li herêma Mir Elî ya Veziristana Bakur jî du hefte berê motorsikletê bombepêçayî di dema derbasbûna konvoya leşkerî de hatibû teqandin û di encamê de 6 leşkeran jiyana xwe ji dest dabû.

Roja îna borî jî li sînorê Pakistan û Afganistanê muhafizên sînor ê Pakistanê rastî êrişa grûbeke çekdar hatibû û di encamê de 3 leşkerên muhafiz hatibûn kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu