AsyaNûçeRojhilatanavin

Li Diyarbekirê kitêbeka 1400 salî hatiye dîtin

Walîtiya Diyarbekirê aşkere kiriye 6 kesen xwestine kitêbeka olî ya beriya niha 1400 salî hatiye nivîsîn bifroşin desteserkirine û hêzên emnî dest danîne ser kitêbê.

Di daxuyaniya Walîtiya Diyarbekirê da hatiye gotin ku ew kitêba olî ye û ji 36 rûpelan pêk dihêt û 6 kesan xwestiye wê kitêbê bi rêyên nihênî bifroşin. Lêbelê hêzên emnî ew desteserkirine û derbarê wan da doz hatiye vekirin.  

Başa dön tuşu