AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Yekem barê sotemenîyê yê palavgeha herîmezin a Îranê bo derve hat şandinê

Şîrketa Netewî ya Nifta Îranê, yekemîn barê stemenîya avkî yê palavgeha berhemên gaza Îranê (Stêrka Kendava Farsê) ber bi welatekî dorhêla Kendava Farsê va şand.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, ew barê sotemenîya avkî ya palavgeha berhemên gaza Îranê ku ji welatekî derdora Kendava Farsê va hatîye şandinê, 280 hezar ton e.

Duyemîn barê sotemenîya avkî ya palavgeha berhemên gaza Îranê ango Palavgeha Sêtarêyê Xelîcê Fars (Stêrka Kendava Farsê) jî niha tê dagirtinê.

Palavgeha Sêtarêyê Xelîcê Farsê yekemîn palavgeh e ku bi gazê dixebite û karê wê palavtina gaza avkî, nifta sipî, nift û gaz, bênzîn, mazot, ardûya cêtan e ku li palavgeha niha ya Benderebasê tê avakirinê.

Heke Palavgeha Sêtarêyê Xelîcê Farsê tam bê kemilandinê yê di rojê da 36 milyon lîtir bênzîn û 14 milyon lîtir mazota palavtî û amade li berhemên nifta Îranê bên zêdekirinê.

Palavgeha Sêtarêyê Xelîcê Farsê dikare nêzîkî 11 milyon bermîl niftê zimhêr bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu