NûçeRojhilatanavin

Destpêbûna qonaxa yekim a hilbijartinên parlimana Libnanê li derveyî welêt

Qonaxa yekim a dengwergirtina ji lubnanîyên derveyî welêt îro destpê bû. Bûyera ku ji bo cara yekem di dîroka vî welatî da qewimî.

Li gorî rapora malpera Al Nashrê, çawan ku wezareta karên derve ya Libnanê ragihandibû, libnanîyên niştecihê 6 welatên ereb îro dengê xwe dan ku ev yeka cara yekem e ku di dîroka Libnanê de pêk tê.

Navendên wergirtina dengan ên li Imarat û Umanê dê siet 9`ê şevê bên girêdanê.

Yekem dengê ku libnanîyên derveyî welêt îro dan, li Umanê hat tomarkirin.

Cibran Basil wezîrê karên derve yê Libnanê ji kanala Al Mayadeen`ê re got: Destpêbûna hilbijartinên parlimana Libnanê ji bo libnanîyên derveyî welêt destkevteke mezin a netewî ye.

Wî herwiha got: Em ji her kesî dixwazin tevî pirsgirêkan li hilbijartinan pişkdar bibin. Libnan bi hemî libnanîyên derve ra hevgirtina xwe radigihîne.

Seid Herîrî serokwezîrê Libnanê jî got: Girîngîya dengwergirtin û pişkdarîya berfire ya gel li hilbijartinên 6`ê meha Gulanê û rola ku ciwan li vejîyandina demajoya sîyasî û hevdengîya digel alûgurên cîhanê dilîzin, gellek zêde ye.

Qonaxa duyem a hilbijartinên parlimana Libnanê li derveyî welêt jî yê roja yekşem 29`ê Nîsanê li 33 welatan destpê bibe û di siet 8`ê sibeya roja duşem 30`yê Nîsanê ser dema Libnanê bi dawî bibe.

Başa dön tuşu