IraqNûçeRojhilatanavin

Li Dûbizê 6 polîs ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin

Li devera Dûbiz ya Kerkûkê 6 polîsên Iraqî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin kuştin.

Şeva borî li taxa Tenik ya bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên polîs kirin.

Hat zanîn di wê êrişê de 6 polîs hatine kuştin ku du ji wan nobedarên boriyên petrolê bûne.

Tê gotin ku piştî wî şerî tirsek mezin di nav xelkê Dûbizê de belav bûye ji ber ku ditirsin DAIŞ wî bajarî bigire!

Başa dön tuşu