IraqNûçeRojhilatanavin

Li Duhokê lehî rabû: 4 kes mirin!

Li bajarê Duhokê yê Kurdistanê taviyên baranê zêde lê kirin û taliyê lehî rabû. Hema bêje lehiyê Duhok di bin avê de hişt. Di encamê de 4 kesên ku li ber lehiyê çûbûn, mirin.

Rêvebirê Parastina Sivîl ya Duhokê Bêwar Abdulezîz got ku roja sebtê taviyên baranê zêde lê kirin û çar kes li ber lehiyê çûn.

Bêwar Abdulezîz got ku me 27 kes xilas kirin, lê me nikarî 4 kesan xilas bike.

Waliyê Duhokê Ferhat Ertûşî di derbarê lehiyê de axivî û got ku em ê zerara gel telafî bikin.

Başa dön tuşu