CîhanEwropaNûçe

Li DYAyê bahoza Harveyê gihîşt peravên Teksasê

Li DYAyê bahoza Harveyê gihîşt peravên Teksasê û Donald Trumpê Serokê DYAyê ji bona zirara ji ber bahozê çêbe “belavoka afatê” îmze kir.

Li DYAyê bahoza Harveyê gihîşt peravên Teksasê.

Navenda Bahozê ya Neteweyî ya DYAyê ji bo bahoza Harveyê ku 12 sal in li welêt radibe hişyarî da.

Navenda Bahozê ya Neteweyî piştî bahoza Harveyê gihîşt peravên Teksasê 3 saet bi şunda destnîşan kir ku leza bahozê ji 210 kîlomêtroyî daket 200 kîlomêtroyî.

Li gor agahiyên navendê bi bahozê ra wê baran bibare û li deverên nav herêmê îhtimal heye qadeke 161 kîlomêtroqereyî di bin avê da bimîne.

Ji ber bahozê bendergehên Corpus Christie, Houston û Galvestonê hatin girtin û ji 110 hezarî zêdetir abone jî bê ceyran man. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu