IraqNûçeRojhilatanavin

250 endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li rojhilata Mûsilê hatine kuştin

Qumandê hêzên berteka lezgîn a Iraqê çarşemê şev ragihand ku li dewama operasiyona azadkirina Mûsilê li 24 saetên bihurî herî kêm 250 endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li rojhilata vî bajarî hatine kuştin.

Li gor rapora IRNA`yê, Samêr Muhemmed Îsmayîl qumandê hêzên berteka lezgîn a Iraqê destnîşan kir, Hêzên iraqî li dewama operasiyona azadkirina Mûsilê derbeyeke giran li terorîstên DAIŞ`ê xistin û hinek ji navçên rojhilata Mûsilê ji destê terorîstan azad kirin û herî kêm 250 terorîstên DAIŞ`ê jî kuştin.

Samir Muhemed Îsmayîl got: Hêzên iraqî herwisa sê firokên bê firokevan yên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ku dil hebûn êrişî ser hêzên iraqî bikin sernixûn kirin.

Qumandê hêzên berteka lezgîn a Iraqê destnîşan kir; Hêzên iraqî li dewama pêşketinên xwe ketine nav navça El-Întesar li rojhilata Mûsilê û ev navça jî ji destê terorîstan derxistin.

Pêştir jî hêzên iraqî navça El-Wehde li rojhilata Mûsilê ji destê terorîstan derxistibûn.

Hêzên iraqî herwisa riya Mûsil bi Kerkûkê jî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Opêrasyona azadkirina Mûsilê ji 17`ê Cotmeha sala 2016`an va li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bûye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu