IraqNûçeRojhilatanavin

Wezareta navxwe ya Iraqê fermandarekî polîsê Bexdayê desteser kir

Wezareta navxwe ya Iraqê fermandarekî polîsê Bexdayê desteser kir, ji ber bi pare zanyariyên lêkolînên tometbaran daye xelkê.

Îro 01.12.2016ê rêveberê kontrolên giştî yê wezareta navxwe li Bexdayê Emîd Husên Elî dane ragehand, fermandarekî bi payeya raîd ê li sînorê binkeya polîsê Medaîn kar kiriye hatiye girtin.

Emîd Husên Elî dane ragehand, ew fermandarê raîd ê polîs, li xwe mukir hatiye ku zanyariyên lêkolînên tewanbaran li hember 200 dolaran firoştiye kesûkarên tewanbar û tometbaran. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu