ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

30 hezar kuştî û birîndar; Encama şerê Erebistanê dijî Yemenê

Navenda hiqûqî ya Yemenê îro amar herî teze ya cinayetên Erebistanê dijî Yemenê weşand.

Li gorî rapora IRNA`yê, li rapora navenda hiqûqî ya Yemenê hatiye ku li êrîşên 20 mehî yên Erebistanê li ser Yemenê 11 hezar û 403 kes hatine kuştin û 19 hezar û 343 kes jî birîmndar bûne.

Vê raporê herwiha ragihandiye ku ji nava kesên ku hatine kuştin derdora 2500 kes zarok û zêdetir ji 1800 kes jî jin in.

Hevdem digel dewama êrîşên hewayî yên artêşa siûdî li ser Yemenê û dorpêçkirina deryayî û bejahiya vî welatî, saziya tendirustiya cîhanî ji ber berbelavbûna hin nexweşiyan ji wan Nexweşiya webayê li yanzdeh parêzgehên Yemenê hişiyarî da.

Li ser esasa ragihandina vê saziyê, heta niha zêdetir ji 4 hezar û 100 babetên tûşbûna bi Nexweşiya webayê li Yemenê hatione naskirin.

Li vî halî, li êrîşa herî teze ya hêza hewayiya artêşa Erebistanê li ser navçeyên cûrbicûr ên Yemenê zêdetir ji 20 welatiyên yemenî hatine kuştin û birîndar bûn.

Parêîzgeyhên Sena (Paytexta Yemenê) û Abê li başûrê vî welatî ketine ber  êrîşên firokeyên şêrr ên siûdiyan.

Li parêzgeha Abê herîkêm 12 welatiyên sivîl hatin kuştin û zêdetior ji 15 kes jî birîndar bûn ku hemî qurbanî jin û zarok bûn.

Çavkaniyên yemenî qala zêdebûna hejmara goriyên vê êrîşê dikin ku tê gotin hinek ji qurbaniyan hîn jî din bin kavilan da ne.

Firokeyên şêrr ên Erebistanê her viha bi bombeyên gûşeyê navçeya Nehemê li bakûrê rojavaya parêzgeha Senaya paytexta Yemenê dane ber bomban.

Heta niha ti raporek li bara qurbaniyên vê êrîşê nehatiye weşandin.

Ji aliyên din va artêş û hêzên gelanî yên Yemenê bersiva êrîşên siûdiyan dan û navendên leşkerî yên Erebistanê li parêzgehên Necran û Esîrê li başûrê Erebistanê kirin hedefên êrîşên xwe.

Hêzên yemenî herwiha du navendên leşkerî yên El Xaviye û Melheyê li parêzgeha Cîzana Erebistanê kirin armanc.

Li gorî raporên belavbûyî, ji vber van êrîşan ziyanên zêde yên canî û malî li çekdarên erebistanî ketin.

Kirêgirtiyên siûdî li parêzgeha marebê li navenda Yemenê jî ketin ber êrîşên hêzên yemenî.

Tê gotin ku li van lêrîşan herîkêm 20 kes ji kirêgitiyên ser bi Rêjîma Siûdî hyatine kuştin.

Şer û pevçûnên teze li Yemenê li halekî diqewimin ku Can Kêrî wezîrê karên derve yê Amerîkayê îro çarşemiyê gihîşte Mesqeta paytexta Omanê. Can Kêrî hewil dide ku alîkariya rêjîma Siûdî ji bo filitîna ji çirava Yemenê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu