CîhanEwropaNûçe

Li DYAyê protestoya dijî Trump

Serokê DYAyê Donald Trump di xwepêşandana li Chicagoyê da bi hinceta ku di mijara beyana bacê û herwiha peywendiyên ligel Rûsyayê da rast xeberneda, hat protestokirin

Xwepêşandanê li pêşiya Plazaya Federal a li navenda bajêr dest pê kir û herwiha polêsan di xwepêşandanê da tevdîrên pir xurt ên ewlekariyê wergirtin.

Li vir bi saya pergala deng û muzîkê va xwepêşandanê rengê partiyeke reqsê wergirt û herwiha xwepêşanderan bi pankart û kostumên xwe yên reng bi reng bertekên xwe nîşanî Serok Trump û polîtîkayên wî dan.

Pankartên xwepêşanderan ên wekî, “Rastî wê DYAyê azad bikin”, “Trump! Destxwera îstifa ke”, “Rastî pêşiya Trump tên” û “Em dixwazin rastiyan hîn bibin” bal kişandin.

Xwepêşander heya ber Trump Towerê hatin û di rê da durişmên wekî “Ji Trump, Ku Klux Klan û DYAya faşîst ra na”, “Donald Trump divê biçe” û “Ev kolan ên me ne, em edaletê dixwazin” berz kirin.

Xwepêşandan bêyî ku bûyerek rû bide, bi dawî bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu