NûçeÎranRojhilatanavinZanîstî

Keçika îranî ya biferaset bû Kodnivîsa herî baş a cîhanê

Keçika îranî ya biferaset bû Kodnivîsa herî baş di asta cîhanê da.

Li gorî nûçeya ISNA’yê, Gulsa Şemsîpûr keçika îranî ya biferaset di Pêşbirkên Scratch Junior (ScratchJr) an jî Zimanê Programîngê yê Seretayî yê Zarokên Temenbiçûk da wek Kodnivîsa herî baş a cîhanê hat bijartin.

Kodnivîsîn bêjeyeke giştî ji bo destûrkara bernameyên komputerê ye ku di du wateyên ciyawaz da tê bikaranîn.

Di wateya yekem da bi wateya Koda Çavkaniya Bernameyê, yanî destûrkarên ku ji aliyê Bernamenivîs anku Programer va bi zimanekî Bernamenivîsînê tên nivîsandin û mirov jî dikare bixwîne; lê di wateya duyem da yanî koda bi qabiliyeta cihanînê ji aliyê makîmneyê va. Yanî destûrkarên bernameyê ku ji formeta Koda Çavkanî veguherîne formetekê ku komputer dikare wan tê bigihêje.

Başa dön tuşu