NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Efrînê di encama teqînekê da zarokek mir

Mayînek, li devera Şehbayê, di çar zarokên devera Efrînê ya Sûriyê da, teqiya û di encamê da zarokekî jiyana xwe ji dest da û sêyên din jî birîndar bûn.

Jêderekî xwecihî ji BasNewsê re got ku îro mayînek, li nêzîkî gundê Ehdas yê devera Şehbayê teqiya û di encamê da zarokê 13 Ezîz Ehmed, ji xelkên gundê Hemamê ye, cane xwe ji dest da û herwisa sê zarokên din ku birayên hev in( Îbrahîm Xelîl 10 salî û Bîrhat Xelîl 16 salî bi giranî birîndar bûn û bi nexweşxaneya Fafînê hatin veghestin, lê navê zarokê çarem nehate naskirin.

Li gor ku rêxistina Heyva Sor a Kurd belge kiriye, hejmara giştî ya qurbaniyên teqîna mayîn û paşmayê şer li deverên Şehbayê ji roja dagîrkirina Efrînê de, 55 kes derbas kirine, û di nav wan de zarok û jin hene.

Başa dön tuşu