IraqNûçeRojhilatanavin

Operasyona dijî terorîstî ya hêzên iraqî li bakûrê Bexdayê

Bi hişmendiya hêzên ewlehiya Iraqê, operasyona xirabkariya komên terorîst nêzîkî bajarê mezhebî yê Kazimeynê li bakûrê Bexdayê, pûç bû.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Sûmêriye News`ê, polîsê Iraqê ragihand: Di encama operasyona dijî terorîstî ya roja pêncşemiyê ya hêzên iraqî li Kazimêynê de, sê rêwiyên trombîleka bombekirî, berî cihanîna operasyûna terorîstî hatin kuştin.

Li gorî vê raporê, hêzên istixbaratî bi hevahengiya leşkera 22`an a Iraqê karîn v; ;ri]a teror’st’, li navçeya El Tarimiyê li bakûrê Bexdayê pûç bikin.

Bi vî halî Bexda roja pêncşemiyê bibû  şahidê mirina kesekî sivîl û birîndarbûna şeş kesên din li teqîna trombîla bi bombekirî ya li navçeya El Mealifê li başûrê paytextê.

Herwiha trombîleka din a bombekirî li navçeya El Emariyê li rojhilata Bexdayê teqiya ku di encama wê de sê kesên sivîl birîndar bûn.

Li gorî gotina berpirsên iraqî, terorîst  piştî şikestên bi dûhev li şerrên meydanî bi taybet li parêzgeha bakûrî ya Neynewayê, operasyona terorîstî ya li navçeyên sivîl û  neleşkerî kirine karê xwe yê sereke. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu