NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Efrînê grubên çekdarên terorîst bi hev ketin

Grubên terorîstê bi artêşa Tirkiyê re ketine Efrînê, ji ber nakokiyên xwe bi hev ketin û dengê topan jî li nava Efrînê tê bihîstin.

Çavkaniyekê ji nava Efrînê ragihand, ji duhî ve şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de li nava Efrînê derketiye. Îro jî li girê Keferşîlê (2 K.M) li rojavayê Efrînê top ber bi aliyê rojhilatê Efrînê ve tên avêtin.

Heman çavkaniyê diyar kir, şeva borî jî dengê teqînekê lê nêzîkî taxa Newroz a Efrînê hat bihîstin, di piştre jî dengê ambulansan hat bihistin. Tê gûmankirin ku grûpên çekdar bi xwe ew teqîn encam dabin.

Amaje bi wê yekê jî kir, ji duh ve û bi destpêka pevçûnan re, rewşeke aloz li nava Efrînê ava bûye û xelkê Efrînê di malên xwe de dimînin û newêrin ji malên xwe derkevin.

Başa dön tuşu