ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Bingeha hêza misilmanan û Îranê, Yekîtî ye

Serokê Komara Îslamiya Îranê got, bingeha hêza misilmanan û Îranê, yekbûn e û meşyana ber bi nakokiyê, wê dûrketina ji ola Îslama resen be.

Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê, roja yekşemiyê li hevdîtina komek ji suniyên Îranê li Têhranê bi boneya gihîştina hefteya Yekbûnê û salvegera jidêbûna Hezretê Mihemed (S), rêya pêxemberê Îslamê, model û mînaka yekane ya misilmanan da zanîn û herwiha got, curbicurbûna qewm û mezheban, gefa dijî ewlehiyê nine, belkî derfeteka mezin jibo yekbûn û geşepêdana neteweyî ye.

Ruhanî bal kişand ser vê yekê ku bingeha Komara Îslamiya Îranê, ji destpêkê va qebûlkirina cidatiyên mezhebî, qewmî û çandî bûye, herwiha got, Quranê, hemî misilman ber bi biratiyê yanê endametiya li malbatekê va vexwendiye û şîe û sunî, hemî endamên malbatekê ne.

Serokê Komara Îslamiya Îranê, bal kişand ser pirsgirêkên li navçê jî û got, tekfîriyan tevî xisarlêdana li misilmanan û navçê û xirabnîşandayîna rûyê Quran û Îslamê li ba raya giştî  ya cîhanê, tu karekî din nekirine.

Ruhanî bal kişand ser vê yekê ku bernameya dewleta Îranê, bikaranîna herî zêde ya qewm û mezheban jibo jiyana bi hev ra û xurtkirina yekbûna çandî û neteweyî ye û destnîşan kir, guherînên li Bendera Çabihar li başûrê rojhilata Îranê û xweşkirina rê jibo ku ew bendera bibe benderek jibo peywendiya di navbera parezemînan de, yek ji planên pirr girîng ên dewleta Komara Îslamiya Îranê ye.

Serokê Komara Îslamiya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku komên terorîst û tekfîrî, ji bilî kuştin, xisara li misilmanan û navçê û xirab nîşandayîna rûyê Îslamê li raya giştî ya cîhanê tu kareka din nekirine û got, Îslama resen a mihemedî, îslama rehmetê ye û divê hemî kesên ku baweriya wan bi resaleta pêxemberê hêja yê Îslamê (S) heye, xwe ji nakokiyan dûr bigirin û destê xwe bidin destê hev û li hember dinyaya zilm, zorbêjî û kufrê bisekinin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu