ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îran bi têrorîstan ra gotûbêj nake

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê tevî têrorstî zanîna siyasetên boykotkirinê yên Koşka Sipî li dijî gelê Îranê got: Îran bi têrorîstan ra gotûbêj nake.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê li nav nûçegihanan li Niyo Yorkê (New York) got: Amerîkayê şerekî abûrî bi Îranê ra dest pê kiriye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Şerê abûrî yê ku Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê bi şanazî qala wê dike, welatiyên Îranê kirine armanc.

Zerîf bi gotina vêya ku şerê abûrî yê Amerîkayê li dijî rayedar an hêzên çekdar ên Îranê nîne, belkî li dijî welatiyên asayî ye, got: Ev kiryareke têrorîstî ye, ji ber ku têrorîsm li dijî xelkê diqewime da ku plana xwe ya siyasî pêşde bibe.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Wergera Têrorîsmê ji hêla hiqûqî va ev e ku bi kiryarên zorbêjane hewil bidin ku siyasetên welatekî biguherînin an gel neçar bikin ku siyasetên xwe biguherînin.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê bi “Zexta herî pirr” û “Gefxwarinê” hewil dide ku Îranê ber bi aliyê maseya gotûbêja va bibe, lê Îranê bi “Berxwedana herî pirr” ev siyasetên Amerîkayê tûşî işkestê aniye.

Başa dön tuşu