NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Efrînê terorîstên ser bi Tirkiyê kelûpelên seyrangeh û dukanan dizîn

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragehand ku terorîsatên ser bi dewleta Tirkiyê ku dever û bajarê Efrînê dagîr kiriye, dest bi diziya kelûpelên seyrangehên Efînê kirin.

Duh Pênşemê Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê li ser rûpela xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û tê de ragehand ku çekdarên opozîsyona Sûriyê (terorîstênm ser bi dewleta Tirkiyê) û erebên hawirde zêdeyî 100 mase(mêze), kursî û kelûpelên din ji seyrangeha bavê Ciwan dizîn.

Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê wan çekdaran hemû pencere û stûnên hesinî û mêze dizîn. Vê rêxistinê herwiha da zanîn ku ew seyrangeha dikeve ser riya Kefir Cenê li paqş mefreqa Şeran–Mezara Qere Cirin.

Herwiha rêxistinê da zanîn ku ji bilî seyrangehê çekdaran kelûpelên hejmarek dukan li derdora wê seyrangehê jî dizîn ew dukan jî yên welatiyê kurd Ebdu Egîd bavê Ciwan bûn.

Di heman demê hemû stûnên mala welatiyê kurd Ebu Rifat jî ji aliyê wan kesan ve hatin dizîn û buhayê wan kelûpelên ku hatine dizîn li gor rêxistinê aşkere kirî 5 milyon lîreyên sûrî ne.

Ji dema kyu artêşa Tirkiyê û terorîstên pê re bajarê Efrînê û bajarok û gundên wê dagîr kirine dizîna mal û milkên xelkê bi taybetî yên kurdan bûye karê sereke yê van dagîrkeran.

Başa dön tuşu