EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Efxanistanê 19 endamên Talîbanê hatin kuştin

Li bajarê Baglanê yê li aliyê bakurê Efxanistanê dikeve li hemberî Talîbanê operasyon hatin lidarxistin û di encama operasyonan de 19 endamên Talîbanê hatin kuştin.

Şêwirmendê Çapemenî yê Fermandariya Herêma Spinzera 808emînê Mahfuzullah Ekberî diyar kir ku di encama operasyonên li herêma Mangelha ya girêdayî bajarê Baglanê hatin lidarxistin de 19 milîtan hatin kuştin.

Ekberî ragihand ku di operasyonan de 22 milîtan birîndar bûne û dest nîşan kir ku gelek çek û muhîmat hatine bidestxistin.

Ekberî her wiha derbirî ku di encama operasyonan de 5 gund jî hatine rizgarkirin.

Ji aliyê din ve di daxuyaniya Talîbanê de jî hat îdiakirin ku di encama pevçûnan de 14 leşkerên Efxanistanê hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu