EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Efxanistanê 25 leşker hatin kuştin

Çekdarên Talîbanê li navçeya Gulistana wîlayeta Ferahê ku dikeve rojavayê Efxanistanê, êrîş birin ser qereqolekê û 20 leşker kuştine û gelek jî birîndar kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Efxanistanê ragihand ku terorîstên rêxistina Talîbanê li herêma Tubu Çêgaba girêdayî Gulistanê êrîşî qereqolê kirine û hinek leşker hatine kuştin.

Wekîlê Şûraya Wîlayeta Ferahê Abdul Semed Salihî di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de anî ziman ku di êrîşê de 20 leşkeran canê xwe ji dest dane.

Ji aliyekî din ve Talîbanê bi daxuyaniyek îdia kir ku di êrîşêde 25 leşker hatine kuştin.

Başa dön tuşu