EfxanîstanNûçePakîstanRojhilatanavin

Li Efxanistanê bi pileya 6.1an erdhejek pêk hat

Li Efxanistanê bi pileya 6.1an erdhejek pêk hat. Erdhej li Hindistan û Pakistanê jî hat hîskirin.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkayê (USGS) daxuyand ku li Efxanistanê li bajarê Feyzabadê yê bi ser parêzgeha Bedehşanê bi pileya 6.1an erdhej pêk hatiye.

USGSê ragihand ku erdhej bi qasî 191 kîlmetroyan di binê erde de pêk hatiye.

Navenda Sismolojiyê ya Behra Spî ya Ewropayê jî mezinahiya erdhejê wekî 6.1an diyar kir.

Erdhej li Hindistan û Pakistanê jî hat hîskirin.

​Rayedarî ji AFPê re anî ziman ku li parêzgeha Balucistanê ya Pakistanê xanî hilweşiyane û di encamê de pitikekê jiyana xwe ji dest daye û 9 kes birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu