EfxanîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Li Efxanistanê di nav 3 mehan da 581 sivîl mirin

Mîsyona Alîkariya Jibo Efxanistanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMA) ragihand ku di hersê mehên ewil ên 2019an da 581 sivîl mirin.

Di daxuyaniya UNAMAyê da hat destnîşankirin ku di 3 mehên ewil ên 2019an da ji ber bûyerên cuda hezar û 192 kes birîndar bûn, 581 sivîl mirin û herwiha ji van 150 jê jî zarok in.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku berpirsên mirandina sivîlan jê ji sedî 39 ji ber Talibanê, ji sedî 12 ji ber rêxistina terorê DEAŞê, ji sedî 17 ji ber hêzên hikûmetê, ji sedî 13 ji ber hêzên biyanî yên li welêt û beşê mayîn jî ji ber komên mixalif ên din çêbûn.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku sedemê herî mezin ê mirina sivîlan, şer û pevçûn in û sedemekê din jî êrîşên bibombe û yên xwekujiyê ne.

Sala par di heman serdemê da ji ber bûyerên tundiyê qedera 799 sivîl miribûn.

Başa dön tuşu