CîhanEfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Efxanistanê êrîş: 12 kuştî, 179 birîndar

Li Xazneya bajarê Efxanistanê li ber avahiyê Serokatiya Îstihbarata Neteweyî wesayîteke bombebarkirî hat teqandin, 12 kes mirin û 179 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Walîtiya Xazneyê Arîf Nurî daxuyand li ber avahiyê Serokatiya Îstihbarata Neteweyî ya li navenda Xazneyê bi wesayîteke bombebarkirî va êrîş hat kirin.

Nurî got di êrîşê da 12 kes mirin ji wan 8 kes xebatkarên îstihbaratê ne.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Wahîdullah Mayar jî daxuyand di êrîşê da 12 kes mirin û 179 kes jî birîndar bûn.

Mayar got rewşa hin birîndaran giran e, dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Nexweşxaneya Xazneyê jî daxuyand ji birîndaran jê gelek sivîl in.

Talibanê berpirsyariya êrîşê hilda ser xwe.

Nûnerên Talibanê li Dohaya paytextê Qeterê bi rayedarên Amerîkî ra der barê aştiyê da hevdîtinan dikin. Êrîş di vê heyamê da hat kirin ku ev jî balê dikşîne.

Başa dön tuşu