Hat ragihandin ku li navçeya Şîndent bi ser bajarê Herat ku li rojavayê Efxanistanê ye, êrîşa bombeyî hate lidarxistin û di encama teqîna bombeyê de 6 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 9 kes jî wek birîndar rakirine nexweşxaneyê.
Ligor agahiyên ji Midurê Ewlehiya Heratê Abdul Ahad Welîzadeh hatine bidestxistin; Bicîkirina bombeyê li ser motosîkletekî sê tekel, li navenda bajêr li ba îstasyoneke benzînê erîş hatiye pêkanîn,
Herwiha Welîzadeh diyar kir, ku di erîşê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 9 kes jî wek birîndar rakirine nexweşxaneyê.
Heta niha kesî ev erîş negirtiye ser xwe.
Wekî din, îro li wîlayeta Sar-i Pula Efxanistanê, Talîbanê êrîşî qereqola polîsan kiribû û di encama êrîşê de 6 polîs miribûn 3 jê jî birîndar bibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)