IraqNûçeRojhilatanavin

Pêşveçûna Hêzên Iraqê ya li Mûsilê dewam dike

Pêşveçûna Hêzên Iraqê ku operasyon bo rizgar kirina Mûsilê dan detpêkirin dewam dike. Li gorî raporên ku ji enîşa şer hatin, Yekîneya Dijî Terorê ya Iraqê (ICTS) Zanîngeha Mûsilê ji terorîztan paqij kirine.

Fermandarê iraqî Abdul Emîr Raşît, ku operasyona Mûsilê birêve dibe diyar kir ku piştî şerên dijwar avahiya Zanîngehê û avahiyên din ên girêdayê zanîngehê ji rêxistina terororîst a DAIŞê rizgar kirine.

Operasyonên ji bakurê ve ber bi Zanîngeha Mûsilê û ji rojhilat jî ber bi Taxa Faysallahê dewam dike. Hate eşkere kirin ku Hêzên Iraqê di operasyonên xwe yê dawî de peşveçûna xwe dewam kirine û gihîştine peravê Çemê Dicleyê ku bajarê Mûsilê dixe dualî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu